
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak bi peyamekê newroza 2023’an pîroz kir û anî ziman ku ew ê îsal tifaqa demokratîk a herî berfireh a gelê xwe ava bikin. Hevserokên DBP û HDP’ê yên Amedê jî ji bo beşdarbûna Newrozê bang li gel kirin.
Ji bo Newroza 2023’an gelek peyam derdikevin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak jî derbarê mijarê de peyamek da.
Gultan Kişanak got: ”Newroz nirxeke ku bi hezar salan e gelê me li ser piyan dihêle, dike yek.
Û li dijî xerabiyê hêza berxwedanê dide û ruhê me yê civakî dide nîşandane.”
Kişanak di peyama xwe de bal kişand ser hilbijartinên ku wê 14’ê gulanê pêk werin û ev tişt anî ziman:
“Em ê îsal tifaqa demokratîk a herî berfireh a gelê xwe ava bikin û em ê wateya Newrozê veguhêzin ser sindoqê.”
Hevserokên DBP’ê û HDP’ê banga tevlibûna Newrozê kirin
Li gel pîrozkirin û dayîna peyaman, bangên li gel ji bo tevlibûna li Newrozê jî zêde dibin.
Hevserokên DBP û HDP’ê yên Amedê axivîn û banga tevlibûna Newrozê li gel kirin.
Di vê derbarê de hevserokê DBP’a Amedê Fahrettîn Altûn axivî û newroza 2023’an li gel pîroz kir.
Fahrettîn Altûn dibêje Newroz li dijî paşverûtiyê xwe wekî şoreşeke gel nû dike û ev bang kir:
”Wekî her sal, îsal jî em ê li benda beşdarbûneke zêde ya ji bo Newrozê bin.
Îsal dê bibe sala şikandina tecrîda li dijî rêber Apo û serketina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.”
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoyê jî anî ziman ku Newroz nirxa hevpar a gelan e.
Û diyar kir ku ev Newroz wê bibe Newroza hesabpirsîna ji desthilatê.
Gulîstan bang li gel kir ku li dora agirê Newrozê li dijî şer aştî û azadiyê biqîre.
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan jî bang kir ku li dor peyamên ku dê li qadê bên ragihandin bibin xelek.