PAJK’ê bi peyamekê cejna Newrozê pîroz kir

Koordînasyona PAJK’ê bi boneya cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê da.
PAJK’ê anî ziman ev Newroz ji bo tekoşîna gel û tekoşîna jinan xwedî girîngiyeke dîrokî û stratejîk e û ev bang kir: “Qadên Newrozê veguherînin dadgehkirina Erdogan-Bahçelî.”

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê bi boneya Newrozê peyamek bi sernavê “Newroz dîroka vejînê û têkoşîna li dijî zilmê ye”, weşand.

PAJK’ê da zanîn ku Rêber Apo, di salên ku çirûskên agirê Newrozê li ber vemirandinê bûn dest bi meşa azadiyê û şoreşa Kurdistanê kir û wiha got:

“Ew çirûsk gur kir û veguherand rastiya gelekî têkoşer û berxwedêr.

Îro dem ew demê jin û gelê Kurd yê berxwedêr Newroza 2023’an bi Azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê re tacîdar bike.

PAJK’ê destnîşan kir ku Cejna Newrozê, li Kurdistanê yek ji cejnên herî kevnar ên gelê Kurd û hemû gelên Arî ye û wiha anî ziman:

Newroz cejna neteweyî ya gelê Kurd e.

Ji lewra hem helwest e li dijî zilmê hem jî ji bo gelan roja vejînê ye.

Tu ferqa deheqê zalim û Erdogan nîne.

Tekoşîna azadiyê ya 51 salan ku bi pêşengiya Rêbertiya me didome bersiva herî manîdar daye vê pergala desthilatê.

Newroza 2023’an Newroza Rêbertiyê ye, daneheva tekoşîna azadiyê ya 51 salî ya jinên Kurd û gelê Kurd e.

PAJK’ê diyar kir ku îsal gel di pêvajoyeke giran de, cejna vejînê Newrozê pêşwazî dike, lê têkoşîna 51 salan ispat kiriye êş, zor û zehmetî çi dibin bila bibin teqez serketin a jinan û gelê Kurd e.

Dawiya peyama xwe PAJK’ê tekez kir divê di serî de jinên Kurd, ciwan û tevahî gel bi coş biherikin qadên Newrozê û got:

Qadên Newrozê veguherînin dadgehkirina Erdogan-Bahçelî.

Gelê me yê li Bakûrê Kurdistan- Tirkiyê, li her devra Kurdistan û cîhanê bi vê berpirsyariyê qadên Newrozê tijî bikin.

Li dora Rêbertiya xwe bi pêxistina agirê Newrozê bibin stargehên parastina şoreşa Kurdistanê.

Ev Newroz ji bo tekoşîna gelan û tekoşîna jinan xwedî girîngiyekî dîrokî û stratejîk e.

Back to top button