“Emê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo”

Li Swîsreyê û Almanyayê Kurdistanî û dostên xwe bi çalakiyên cûda newroz pîroz kirin. Beşdarvanên newrozê di peyamên xwe de teqezkirin ku wê newroza 2023’an bikin newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. 

Du roj li cejna mezin a Newrozê re maye lê ji niha ve li seranserê Ewropayê Kurdistanî û dostên wan cejna Newrozê pîroz dikin.

Doh li bajarê Frîbourgê yê Swîsreyê Kurdistaniyan û dostên wan cejna Newrozê pîroz kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê, pîrozbahî destpêkir.

Axaftina destpêk Hevserokên Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş û Selma Surer beşdar kirin û balkişandin li ser wateya newrozê.

Piştre endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi wêneyê Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK’ê ketin hundirê salonê û coşa Newrozê mezin kirin.

Parlamenter Ûrsûla Schneîder Schuttel jî Newroz li beşdaran pîroz kir û diyar kir ku ji bo pêçandina birînên erdheja li Mereşê weke partî wê karê xwe dewam bikin.

Fûat Kav: Em ê têkoşîna li dijî tecrîdê bi ruhê Newrozê bilind bikin

Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav jî di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku wê têkoşîna li dijî tecrîdê bi rihê newrozê bilind bikin.

Alîkarê Serokê Kantona Frîboûrgê Pîerre Sîggen jî beşdarî Newrozê bû, diyar kir ku ew piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya Kurdan.

Piştre hûnemend derketin ser dîkê û hunera xwe pêşkêşkirin.

Li bajarê leîzîg ê Almanyayê Newroz hate pîrozkirin

Her wiha li bajarê Leîpzîg ê Almanyayê, Kurd tevî dostên xwe li hev kom bûn, Newroz pîroz kirin

Back to top button