Piştî Moskow Beşar El Esed serdan Îmaratê kir

Serokê Hikumeta Şamê El Esed piştî Rûsay serdana Îmaratê kir.Hemwextî vê serdanê li nava xaka Sûrî rewşa aloz dewam e. Fermandarekî ‘Seraya Quds’ a girêdayî Tevgera Cîhad a Îslamî ya Filistînê li nêzî Şamê hat kuştin.

Serokê Hikumeta Şamê Beşar el Esed yê ku ji Rûsya piştevaniyeke xurt girtî dixwaze li nava welatên Ereban hebûna xwe bide rawakirin.

Ji bo vê yekê El Esed piştî Moskow berê xwe da Îmaratê.

Beşar li Balafirgeha Ebû Debî ji aliyê Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayîd Al-Nihyan hat pêşwazîkirin.

Beşar El Esed û Mihemed bin Zayîd li Koşka Weten bi hev re civiyan.

Di civînê de, ji bo xurtkirin têkeliyên di navbera her du welatan de nîqaş hate kirin.

Serdana Beşar bû Îmaratê di wextekî ku hewldanên dewletên Ereb ji bo vegera Sûriyê dinava Yekîtiya Dewletên Ereb de, pêk hat.

Li Şamê fermandarekî koma ‘Seraya Quds’ hat kuştin

Hemwextî serdana Beşar El Esed li nava Sûrî jî aloziya heyî didome.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ragihand ku fermandarekî koma ‘Seraya Quds’ a girêdayî Tevgera Cîhad a Îsalamî ya Filistînê vê sibehê li herêma Dahiya Qudseya ya gundewarê Şamê hat kuştin.

Hate ragihandin ku çekdarên nenas gule li fermandarê Seraya Quds reşandine û piştre reviyane.

Koma Seraya Quds jî kuştina fermandarê xwe Remîz El Eswed piştrast kir.

Komê ji kuştina fermandarê xwe Îsraîl tawanbar kir.

Li çolistana Dêrazorê hêzên hikûmetê û çeteyên DAIŞ’ê bi hev ketin

Di demên dawî de tevgera çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê zêde bûye.

Li çolistana El-Beşerî ya li Dêrazorê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket.

Di encamê de heta niha 2 leşkerên hikûmetê hatine kuştin.

Barana zêde zirarek mezin da koçberên li Idlibê

Li rojhilatê Idlibê jî rewşa welatiyan zehmet bûye.

Barana zêde ya li şevê din li gundewarê Idlibê bû sedema lehiyê.

Lehiyê bandor li bêtirî 35 kampên li gundewarê Idlibê kir.

Li gorî malperên ragihandinê yên li bakur rojavayê Sûriyê jî ragihand ku ji ber baranê û lehiyê zirarên mezin gihîştine zêdetirî 650 konên koçberan.

Piraniya kampên li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de rewşa mirovî xirabe.

Ji ber kiryarên çeteyan yên dizî û talanê, welatî di rewşeke zehemt de ne.

Back to top button