Di teqîna li Tebqayê de, sivîlek mir, 9 jî birîndar bûn

Di teqîna ku vê êvarê li bajarê Tebqayê pêk hatibû de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 9 jî birîndar bûn.

Li nêzî çerxerêya Kenîsa ya kolana Filistînê ya bajarê Tebqayê êrîşeke bi erebyeke bombebarkirî pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de sivîlekê jiyana xwe ji dest da û 9 jî birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneyên bajarê hatin veguhestin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê teqînê girtin û lêkolîn dan destpêkirin.

Çavkaniyekî leşkerî ji ANHA‘yê re diyar kir ku Hêzên Ewlekariya erebeyek din a bombebarkirî bêbandor kirin.

Hêzên Ewlekariyê li erebeya din a bombebarkirî digere.

Leave a Reply

Back to top button