Barzanî ji bo AKP-MHP’ê propagandaya hilbijartinan dike

Serokê PDK’ê Mesud Barzanî ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyê soza piştgirîyê daye AKP-MHP’ê.
Barzanî di çend rojên bihorî de hin Serokeşîrên li bakurê Kurdistanê re hevdîtin kir.

Beriya hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê li Tirkiyê pêk were, Şefê Rejîma Tirkiyê Erdogan li rêbazên xwe xelaskirinê digere.

Erdogan yê dibîne ku gelê kurd rastiya wî ya qirker dîtiye û dixwaze bi rêya PDK’ê dest bi xapandinê bike.

Li Başûrê Kurdistanê jî Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi fermî soza piştgiriya bi AKP-MHP’ê re da.

Mesûd Barzanî hîn ji niha de ji bo piştgiriya AKP-MHP’ê ketiye nava tevgerê.

Hat gotin, çend rojên borî Barzanî hin hevdîtin li gel serokeşîr û kesayetên ku li Bakurê Kurdistanê dijminahiya gelê Kurd dikin, pêkaniye.

Li gor zanyariyan di rojên borî de Mesûd Barzanî li gel serokê eşîra Jîrkî Tahir Adiyaman û sercerdevan Cemîl Oter civiyaye.

Di civînê de ji wan xwestiye ku di hilbijartinê de piştgiriya AKP-MHP’ê bikin.

Her wiha hat bibîrxistin ku PDK bi vê pêngavê bi awayek eşkere tevlî eniya dijberê gelê Kurd bûye daku AKP-MHP û Erdogan di hilbijartinê de biserbixin.

Back to top button