Newroz li navçeya Qinê a Kobanê hat pîroz kirin

Agirê cejna Newrozê li bakur û Rojhilatê Sûrî geş dibe. Li navçeyên Kobanê agirê Newrozê hate pêxistin. Ji bo bajarên ku Newroz wê sibe were pîrozkirin jî amadekariyên dawî têne kirin. Her wiha banga li gel tê kirin ku qadên Newrozê tejî bikin.

Agirê cejna Newrozê li bakur û Rojhilatê Sûrî geş dibe.

Ji niha de şahiyên pîrozbahiya Newrozê li seranserî herêmê tên li darxistin.

Îro yekîtiya Jinên Ciwan ya Herêma Firatê, cejna Newroza 51’mîn a Rêber Apo li navçeya Qinê ya li rojhilatê Bajarê Kobanê pîroz kir.

Di şahiyê de Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Firyal Temê axivî, Newroza Rengîn li Rêber Apo û hemû gelê welatparêz pîroz kir.

Di heman çarçoveya tevlîbûna şahiyên Newrozê de, Komîteya Amadekar serdana dikan û taxan kir û bang li xelkê Kobanê kir ku tevlî pîrozbahiyan bibin.

Bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin û dagirkeriyê têk bibin”, şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên kantona Girê Spî Newroz pîroz kir.

Li şahiya li vir jî, kesên axivîn gotin: “Bi saya fedakariyên şehîdan em bi aramî, aştî û azadî, Cejna Newrozê, cejna serketina li hemberî zilmkaran pîroz dikin.”

Şêniyên Tebqayê jî bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” agirê Newrozê pê xistin.

Li bajarê Hesekê jî amadekariyên newrozê tên kirin..

Her weha li bajarê Helebê jî komên Çandê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê dikin.

Back to top button