Agirê Newrozê li gelek bajarên Tirkiyê jî bilind bû

Agirê Newrozê li gelek bajarên Tirkiyê jî bi silavkirina Rêber Apo û girtiyên siyasî hate vêxistin. Ji Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê jî gelek siyasetmedar tev li pîrozbahiyê bûn. Di peyaman siyasetmedaran de hate gotin “Em ê Tirkiyek azadîxwaz û wekhev bi rengên xwe ava bikin.”

Li nava Tirkiyê jî agirê Newrozê ji aliyê dehezaran ve hat pêxistin.

Newroz bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” pêk tê.

Li bajarê Stenbolê Newroz bi coş hat pîrozkirin û diyarî qurbaniyên erdheja Mereşê hat kirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan jî di nav de, gelek parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, tev li pîrozbahiyê bûn.

Welatiyan, hêrsa xwe ya li dijî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û xemsariya deshilatê ya di erdheja Mereşê de, veguhest Qada Yenîkapiyê.

Li gel ku polîsan astengî derxistin jî, ciwan û jinan noqteyên lêgerînê derbas kirin û xwe gihandin qadê.

Yek ji navnîşanên Newroza 2023’yan ku bi girseyî hat pîrozkirin bajarê Îzmîrê bû.

Ji saetên serê sibehê ve gel herikî qada Newrozê.

Di Newrozê de li dijî deshilata AKP’ê hêrseke mezin hebû.

Hevserokên HDP’ ya Îzmîrê jî di nav de nûneran sazî û rêxistinan têkildarî girîngiya Newrozê axivîn û spasiya gel kirin.

Li bajarê Mêrsîn, Manîsa û Antalyê yên Tirkiyê jî bi hezaran kes di pîrozbahiya Newrozê de kom bû.

Agirê Newrozê li van bajaran jî bi silavkirina Rêber Apo û girtiyên siyasî hate vêxistin.

Ji pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê jî gelek siyasetmedar tev li pîrozbahiyê bûn.

Di peyaman siyasetmedaran de hate gotin “Em ê Tirkiyek azadîxwaz û wekhev bi rengên xwe ava bikin.”

Back to top button