15’ê Adarê 9 şervanên YAT’ê di qezeya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn.
Şêniyên Şehba û navçeya Çilaxa merasîmên bîranînê li dar xistin û sersaxî ji malbatên şervanan re xwestin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a konatona Efrîn û Şehbayê ji bo 2 şehîdên YAT’ê merasîma sersaxiyê li dar xist.
Di merasîmên şehîd Berfîn Bîlal û Hadî Zahir kesên axivîn sersaxî xwestin û destnîşan kir ku bi saya fedekariyên şehîdan destkeftiyên herêmê hatin parastina.
Her weha îşaret bi salvegera 5’an a dagirkirina Efrînê û sûcên çeteyan hat kirin.
Dawiyê wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û soza domandina rêya şehîdan heta rizgarkirina Efrînê hat dayîn.
Şêniyên Çilaxa sersaxî dan malabata şehîd Feraşîn Baran
Şêniyên navçeya Çilaxa jî berê xwe dan gundê Sefawiyê yê navçeya Girkê Legê û sersaxî ji malbata şervana YAT’ê Feraşîn Baran re, xwestin.