TRUMP: JI BO ÇARENÛSA DAIŞÎYÊN GIRTÎ HETA NIHA TI ÇARESERIYEKE NAVDEWLETÎ NÎN E

Serokê Emerîkayê ragihand ku der barê çarenûsa çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyê girtî ne, ti çareseriyeke navdewletî liser-lihevhatî nîne e.

Serokê Emerîkayê Donald Trump diyar kir ku divê her welatek perbirsyartiya hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î ragire û divê wan werbigirin.

Trump destnîşan kir ku ji bo çarenûsa çeteyên DAIŞ’Î yên li Sûriyê girtî ne, hîna ti çareseriyeke navdewletî û li ser-lihevhatî nîn e, lewre divê her welatek, nemaze yên Ewropî, van welatiyên xwe werbigrin.

Beriya çend rojan jî, dîsan Trump ji welatên Ewropî xwestibû ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î yên girtî webigrin.

Trump gef li dewleta xwar ku eger welatiyên xwe yên DAIŞ’ê wernegirin wê ber bi Ewropa, nemaze Almaniya û Fransayê ve werin berdan.

 

Leave a Reply

Back to top button