Piştî pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê 200 kes hatin binçavkirin

Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Yenîkapiyê ku bi sedhezaran kes tevlî bûn de polîsan êrişî girseyê kir. Zarokekî astengdar û parêzer jî di nav de nêzî 200 kes hatin binçavkirin.

Polîsan xwest komeke ku dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kir, binçav bikin lê girseyê rê nedan.

Piştî vê polîsan êriş bir ser girseyê û bi sedan kesî bi êşkenceyê kirin binçavan.

Hat diyarkirin ku di nav kesên hatîn binçavkirin de zarokekî astengdar û parêzer jî hene.

Her wiha polîsan kesên binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a li Kolana Vatanê û Amîrtiya Buroya Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Fatîhê.

Back to top button