YPJ’ê Newroza 2023’an pîroz kir

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê û Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyên cuda Newroza 2023’an pîroz kirin. 

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di daxuyaniya xwe de Newroz pîroz kir û ev tişt anî ziman:

“Bi gurzê Kawayên Hemdem têkoşîna ku li hemberî Dehaqên demê tê meşandin, bi şoreşa jinan a Rojava re careke din hêviya gelan nû kir.

Têkoşîna jinan a ku bi n avê YPJ’ê bi beden bû, wek germahiya agirê Newrozê bi her demsalekê re xwe geştir dike.

Newroz li ser vê erdnîgariyê di hemû deman de bûye îfadeya têkoşîna li hemberî desthilatdariyê.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê piştrast kir ku dê geşkirina agirê Newrozê teqez faşîzmê têk bibe.

KNK: Divê Ev sal bibe sala hevgirtin û yekîtiyê

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî bi peyamekê Newroz pîroz kir.

KNK’ê anî ziman ku li dijî gelê Kurd gelek êriş hene û got:

”Ji bo wê jî divê li hember hemû planan em yekîtiya xwe xurttir bikin û îsal bikin sala hevgirtin û yekîtiyê.

Divê agirê Newrozê bibe ronahiyeke geş ya tifaq û yêkîtiya gel û neteweyê Kurdistanê.”

Back to top button