
Îsal wê Cejna Newrozê li Koşka Spî ya Amerîkayê were pîrozkirin.
Medyaya Amerîkî ragihand ku wê sibe 21’ê adarê Serokê Amerîka Joe Biden û hevjîna wî Jill Biden bi boneya Neworzê pîrozbahiyekê li Koşka Spî li dar bixin.
Ajansa Rojnewsê jî eşkere kir ku derhênêrê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Behman Qubadî ji aliyê Serokê Amerîkayê ve bi awayekî fermî hatiye vexwendin da beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe.