Çalakiya Bêrîvan û Ronahî Newroz watedar kir

Jinên Kurd ên leheng di dirêjahiya dîrokê de cejna Newrozê bi çalakiyên xwe watedar û geştir kirine.
Jinên leheng ku li ser şopa Zekiye Alkan û Rahişan Demîrel meşiyan û rêya wan şopandin, gelek bûn.
Ji wan Ronahî, Bêrîvan û Sema Yuce bûn.
Bi çalakiyên xwe yên di Newrozê de peyam dan ku têkoşîn û berxwedana jinan wê her dewam be.

Piştî çalakiyên herdu jinên berxwedêr Zekiye Alkan û Rahişan Demîrel têkoşîn û berxwedana jinan derbasî qonaxeke nû bû.

Bi çalakiyên wan peyam gihîşt tevahî jinên Kurd ên li her warî li ber xwe didin.

Piştî çalakiyên van lehengan, jinên ku ji berxwedan û vîna wan hêz digirin û rêya wan dişopînin derdikevin.

Vê carê jî dora herdu jinên leheng Ronahî (Bedrîye Taş) û Berîvan (Nîlgûn Yildirim) bû.

Ronahî û Bêrîvan li Ewrûpayê Newrozê ji nû ve watedar dikin.

Ev herdu keçên Kurd neçar mabûn li ber zilma dewleta Tirkiyê li gel malbata xwe koçî Ewropayê bibin.

Her du jinan ji bo polîtîkaya qedexekirina Newrozê ya li Elmanyayê şermezar bikin çalakî pêk anîn.

Newroza 1994’an li Mannheimê bedena xwe dan ber agir û xwe feda kirin.

Her du jinên berxwedêr bi van gotinan xwe gihandibûn çêja agirê azadiyê:

“Em li hemberî emperyalîzmê û mêtingeriyê laşê xwe didin ber agir.

Em di rêya Zekiye Alkan û Mazlum Dogan de diçin. Agir netefînin”

Rêber Abdullah Ocalan jî çalakiya her du jinan weke “çalakiya azadiyê” pênase dike û dibêje:

“Heke ku azadî bi hêsanî bihata qezenckirin, dê Ronahî û Bêrîvan bedenên xwe nedana ber agir.”

Sema Yuce bi çalakiya xwe xwest jiyaneke nû biafirîne

Piştî vê bi çar salan lehengeke din li wan zêde dibe, ew jî Sema Yuce ye.

Sema Yuce sala 1971’ê li navçeya Dutaxê ya Agiriyê tê dinê.

Ji bo zanîngehê diçe Enqereyê û li vir têkoşîna Kurdan nas dike.

Yuce li Mêrdînê tevlî nava refên PKK’ê dibe û li Sûriyeyê diçe gel Rêber Abdullah Ocalan.

Piştî perwerdehiya xwe, sala 1992’an ji bo peywîrê berê xwe dide herêma Serhedê.

Ji ber giliyekî, tê girtin û têkoşîna xwe di zindanê de didomîne.

Yuce di Newroza 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe dide ber agir û di nameya xwe de dibêje,

“Ez dixwazim mejî, dil û bedena xwe di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bikim pireke ji agir.

Ez ê jiyaneke nû ji bo jinan biafirînim û ronî bikim.

Ez ê bi çalakiya xwe bibim Zîlan û Mazlum.

Ji bo ez bibim şagirteke baş a Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û mîna agirê bedena Zekiye bişewitim û mîna Rehşan bibim Newroz, ez vê çalakiyê li dar dixim.

Ez dixwazim biçim bihûşta ku ji aliyê heval Zîlan ve hatiye afirandin.”

Bi vî rengî piştî Zekiye Alkan û Rahişan Demîrel, hersê jinên leheng Ronahî, Bêrîvan û Sema jî dibin meşaleyên Newrozê û her tên bibîranîn.

Back to top button