Dûran Kalkan: Ev Newroz wê bibe pêvajoya azadiya fîzîkî a Rêber Apo

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir wê Newroz bibe destpêka pêvajoya hilweşandina faşîzmê û got “PKK partiyeke Newrozê ye, helwesta Rêbertî helwesteke Newrozê ye.”
Kalkan destnîşan kir ku divê em têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo xurtir bikin û Rêbertî bigihînin hemû mirovahî û gelên bindest

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, bi wesileya Newrozê tevlî bernameyeke taybet a di televîzyona Medya Haberê bû û têkildarî rojevan nirxandir.

Dûran Kalkan ewil li ser tecrîdê rawestiya û berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav kir.

Kalkan Newroz di serî de li Rêber Apo, hemû şehîdên Newrozê û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê pîroz kir û wiha got:.

“Ez di wê baweriyê de me ku vê Newroza Rêber Apo wê bibe Newroza ku wê pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bide destpêkirin.

Di heman demê de ev Newroz dibe salvegera pêncîyemîn a ku helwesta Rêbertî, meşa azadiyê ya dîrokî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin.

Dibe salvegera 50’emîn a ku PKK’ê hatiye danîn.

Yanî pêncî saliya Newrozê ye. Li Kurdistanê yekem car meşa Rêbertiyê ya bênavber pêk tê.”

Kalkan diyar kir di cîhanê de û di dîrokê de mînakên wisa kêm hene û ev tişt got:

“Helbet ev yek erk û berpirsyariyên mezintir li ser me ferz dike.

Rêber Apo di bin şert û mercên ewqas dijwar de ye û di bin zexteke wisa de ye ku nîvê van 50 salan de, li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê têkoşiyaye.

Divê em vê tu carî ji bîr nekin.”

Dûran Kalkan: Divê em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî a Rêber apo xûrtir bikin

Bi boneya salvegera 50’emîn a meşa Rêbertî, Kalkan destnîşan kir ku divê em têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo xurtir bikin û got:

Li ser vê bingehê pêwîst e gelên Tirkiyê, gelên Rojhilata Navîn û tevahî mirovahî, di serî de civak, jin û ciwanên Kurd li ser esasê xeta Rêbertiyê bên ronîkirin û perwerdekirin.

Divê em Rêbertî bigihînin hemû bindest û gelên bindest.”

Dûran Kalkan: Kurdistan bi saya têkoşînaApoyî ya 50 salî hate vê aste

Her wiha Dûran Kalkan bal kişand ser guherîna Newrozê ya di têkoşîna 50 salan de û wiha dewam kir:

“Kurdistan bi saya têkoşîna Apoyî ya 50 salî hate vê astê.

Yanî her roj veguherand Newrozê, her der kir qada Newrozê.

Rastiya gel a ku bûye Newroz derket holê. Ew bi rastî pêşveçûnek mezin e.

Em bala xwe bidinê, bi Rêber Apo, PKK, têkoşîna azadiya jinê û bi têkoşîna azadiyê Newroz çiqasî xweş û watedar bûye.”

Dûran Kalkan: PKK partiya Newrozê ye, Rêber Apo rêbertiyeke Newrozê ye

Kalkan bi lêv kir ev hemû wê di Newrozê de derkevin asta herî jor û got:

“Em bi temamî ji vê bawer dikin. Ev pêncî saliya meşa Rêber Apo ye.

PKK partiya Newrozê ye, helwesta Rêbertiyê helwesta Newrozê ye. Rêber APO rêbertiyeke NEwrozê ye.”

Dûran Kalkan: wê newroz bibe destpêka pêvajoya hilweşandina faşîzmê

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di dawiyê de diyar kir wê îsal Newroz bibe lûtke û got “Bila Newroz bibe destpêka pêvajoyeke nû, hilweşandina faşîzmê, demokratîkbûna azadiya Kurdan û Tirkiyeyê.”

Back to top button