Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kiliçdaroglu serdana HDP kir

Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû bi şandeyekê Serdana HDP’ê kir û li Meclisê hevdîtin kir Kiliçdaroglû diyar kir ku dê li vî welatî şer bi dawî bikin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî Meclis weke navnîşan destnîşan kir. Hevserokên Giştî yên HDP’ê jî gotin ku ew li gel wê yekê ne ku pirsgirêka kurd li Meclisê bê çareserkirin lewma hevdîtin li Meclisê li dar xistine.

Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû çû serdana Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar.

Hevdîtin li Koma Meclisê a ya HDP’ê hate kirin.

Kiliçodaroglû û şandeya pê re ji hêla Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç ve hatin pêşwazîkirin.

Hevdîtin nêzî 50 deqeyan dom kir

Hevdîtin nêzî 50 deqeyan dom kir û piştre jî Kiliçdaroglû, Buldan û Sancar derbasî meqamê li Meclisê.

Li vir jî hevdîtineke duyemîn a bi 10 deqeyan hate kirin.

Piştre jî Kiliçdaroglû, Buldan û Sancar li odeya Koma Meclisê ya HDP’ê daxuyanî dan.

Kemal Kiliçdaroglû: Em amadene bi hev re tevbigerin

Kemal Kiliçdaroglû têkildarî hevdîtinê axivî û bal kişande ser parastina maf û azadiyên bingehîn

Derbarê çareserkirina pîrsgireka Kurd de jî Kiliçdaroglû axivî û got:

Çareseriya hemû pirsgirêkan, pirsgirêka kurd jî di nav de Meclis e.

Em amade ne û hemû pirsgirêkên heyî li gel parlementerên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, xwe bispêrin aqilê netewî çareser bikin.

Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kiliçdaroglu diyar kir dê li vî welatî şer bi dawî bikin û wiha got:

“Ez soz didim miletê xwe, nasnameya wan, baweriya wan çi dibe bila bibe, terza jiyana wan çi dibe bila bibe, mirov mirov e û cihê wî li ser serê min heye”

Pervîn Bûldan: Me nîşan da ku em alîgirê çareseriyê ne

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî li ser sedema lidarxistina hevdîtinê ya li Meclisê got,

wan xwestine ji bo çareseriya pirsgirêka kurd îşaretê bi navnîşana çareseriyê bikin.

Mîthat Sancar: Piştî ku me hevdîtin nirxand em ê daxuyaniyê bidin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku ew hevdîtinê girîng dibînin û got:

“Em ê naveroka vê hevdîtinê, mijarên ku em li ser axivîne li desteyên xwe yên pêwendîdar binirxînin.

Bêyî ku dereng bimîne di demeke nêz de daxuyaniyeke hîn berfiren bi raya giştî û çapemeniyê re parve bikin.”

Back to top button