Girtiyên PKK û PAJK: Newroz bû mizgîniya çûna desthilatdariyê

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê û Konseya Rêveber a KNK’ê peyamên pîrozbahiyê dan.
Her wiha di peyaman de bang hat kirin ku vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Bi heman wesilêyê li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya jî peyamek weşand.

Denîz di destpêka peyamê de Newroza 51’an a cejna vejîn û berxwedanê li Rêber Apo pîroz kir û got:

Em bi êş û xema karesata erdheja 6’ê Sibatê dikevin Newrozê.

Em girtiyên PKK û PAJK’ê careke din ji xizmên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

Denîz Kaya di berdewamiya peyamê de ev tişt anî ziman:

Newroz ji Kawayê Hesinkar heta îro li dijî her cure îstîsmar, zordarî û koletiyê bûye sembola serhildan û berxwedanê.

Back to top button