Çeteyan Muxtarê taxa Eşrefiyê revandin

Tevî ku 5 salên tijî dizî, talan, kuştin, revandin û her cure binpêkirin li Efrînê derbas bûn, hê jî komên çete hovîtiya xwe li wir didomînin. Çete muxtarê taxa Eşrefiyê careke din revandin. Li Kelmesa ya Cindirêsê jî 22 dar hatin birîn.

Her wiha ji bo avakirina mêtingehên nû 15 hezar Metre kab erdên desteserkirî hatin firotin.

Hovîtiya ku hemî pîvanên navnetewî û mirovî derbas kiriye, heya vê kêliyê li Efrîna dagirkirî dewam dike.

Çeteyên bi navê Polîsên Sivîl ên li Efrînê bi behaneya ku muxtarê taxa Eşrefiyê Mirhif El-hewa berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye revandin.

Hate diyarkirin ku Mirhif El-hewa beriya niha carekê hatibû revandin û piştî wergirtina fidyeyê serbest hatibû berdan.

Birîna daran li Efrînê dewam dike

Bi armanca guhertina demografiya herêma Efrîn û koçberkirina Efrîniyên mayî jî, çete darên welatiyên dibirin.

Efrîn POST ragihand ku çeteyên El-hemzat 22 darên zeytûnê li Kelmesa ya navçeya Cindirêsê birîn.

Ev dar jî milkên welatiyên bi navê Vîndar Hesen Xelef û apê wî Ebdo Hesen Xelef yên Êzidî ne.

Efrîn POST da zanîn ku li navenda Efrînê jî malbatên çeteyan ku hatine bicihkirin daran bi awayekî bê serûber dibirin.

Ew dar jî milkên malbata Hebeş û welatiyên bi navê Zekeriya Cumaa ne.

Ji bo avakirina mêtingehan 15 hezar mk erd hate firotin

Li aliyekî din ji bo avakirina mêtingên nû Rêxistina Hîlal Sor ya Qeterî nêzî 10 hezar metre kab erd li navçeya Cindirêsê kirî.

Armanc jê jî, ji bo bicihkirina hin malbatên çeteyan yên ji Xotaya Şerqî li wir e.

Efrîn POST daxuyakirin ku ev erd milkên hin welatiyên ji gundê Kefer Zêt û malbata Erebo ya li Cindêrsê ne.

Komelgeheke Ixwanî jî, 5 hezar metre kab erd li gundê Comka kirîn e.

Hêjayî gotinê ye ku ev erdên hatine kirîn jî aliyê malbatên çeteyan ve hatine desteserkirin û pişt re hatine firotin.

Back to top button