HPG: Leşkerekî dewleta Tirk a dagirker hate cezakirin

HPG’ê ragihand ku ji leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên êrîş birin ser çeperên berxwedanê yek jê hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirka a dagirker de daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman:

Li herêma Zapê;

18’ê Adarê dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê.

Hêzên me di parastina rawa de bersiv da û dagirkerek hat kuştin.

19’ê Adarê jî artêşa Tirk sîstema kamera ya mobesse li derdora çeperên berxwedanê yên li Sîdayê bi cih kir.

Hêzên me li ser bingeha xweparastinê bersiv dan û sîstema kamera ya mobesse îmha kirin.

Li herêma Metînayê;

18’ê Adarê dagirkeran ji bo cihê hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê tespît bike, drone şandin qadê.

Hêzên me ji bo xwe parastinê dron îmha kirin.

HPG’ê diyar kir ku di 18 û 19’ê Adarê 26 caran qadên me yên berxwedanê bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Back to top button