
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê û Gundewarên wê dest bi pêngava çandina 50 hezar dar kir. Her weha di çarçoveya hemleya dar çandinê de, li kantona Efrîn û Şehbayê 700 dar hatin çandin.
Li Tebqayê pêngav ji aliyê Gerînendeya Jîngehê ve bi hevkariya Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan dest pê kir.
Pêngav ji devera rojavayê bajêr bi çandina 550 daran dest pê kir.
Hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê Cemal Ebdulletîf têkildarî mijarê ev agahî dan:
“Dê dar li ketina bajar, nêzî goristana şehîdan û Kornîş a bakurê bajar, peyar, çarexerê û parkên giştî werin çandin.
Pênav wê 3 mehan dewam bike û 50 hezar dar werin çandin.”
Hemleya dar çandinê li Şehbayê didome
Her weha di çarçoveya hemleya dar çandinê de, li kantona Efrîn û Şehbayê 700 dar hatin çandin.
Şaredariya Gel û Desteya Aborî û Çandiniyê yên kantona Efrîn û Şehbayê 16’ê Adarê dest bi hemleya çandina daran kiribû.
Berpirsên hemleyê dan zanîn ku dê hemleya çandina daran heta 4’ê Nîsanê dewam bike û wê nêzî 8 hezar dar bên çandin.