Li Heleb û Idlib şerê hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan gur bû

Tevî ku 12 sal li ser şoreşa Sûriyê derbas bû, hîn jî dengê şer nekesiniye.Li Heleb û Idlibê hêzên hikûmetê û çeteyan nuqeteyên hev dan ber topan. Li Derayê mayînek bi bendek kontrolê yê hêzên hikûmetê teqiya.

Li Herêma qaşo ‘Bêçek’ her roj di navbera hêzên hikûmetê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şer heye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku vê sibê çeteyên Fetih El-Mûbîn bi topan navendên hêzên hikûmetê yên li gundewarê rojavayî Helebê topbaran.

Her wiha hêzên hikmûeta Şamê bi heman rengî cihên çeteyan yên li gundê El-Fetîra yê li gundewarê başûrê Idlibê kir hedef.

Li Humisê çeteyên DAIŞ êrişî hêzên hikûmeta Şamê kirin

Tevî hebûna hêzên hikûmeta Şamê li wan deveran, tevgera çeteyan li çolistan Sûrî zêdetir dibe.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku li beyara Humisê çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên hikmetê kirin û di navbera her du aliyan şer dertek.

Hate zanîn ku di encama şer de, leşkerekî hêzên hikûmetê hate kuştin.

Li benda kontrolê a hêzên hikûmetê ya li Derayê mayînek teqiya

Li Derayê jî rewşa heyî her diçe xirabtir dibe.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku li benda kontrolê ya hêzên hikûmetê yê di navbera bajarê Casim û bajarokê Nimir yên Derayê mayînek teqiya.

Li gorî çavdêriyê, mayîn ji aliyê çekdarên nenas hatiya teqandin.

Piştî wê yekser hêzên hikûmetê yên li ser bendê bûn bi çekdaran re şer kirin.

Piştî şer, çekdar ji herêmê dûrketin.

Back to top button