PYD: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN HEVDÎTINÊN MSD Û RÊVEBERIYA ŞAMÊ

by maher enez
108 views

Meclîsa Giştî ya PYD’ê ji bo çareserkirina kêşeyên li Sûriyeyê fikrên xwe eşkere kir. PYD’ê diyar kir ku bidawîkirina dagirkeriya li Efrînê mifteya çareseriyê ye.

PYD tekez kir ku hilbijêra leşkerî û zimanê tehdîdê ji bilî wêrankirin û parçekirina gelê Sûriyeyê ti encamên din bi xwe re nayîne.

PYD tekez kir ku çareserî girêdayî yekbûyîna gelê Sûriyeyê û vegustina ji sîstemeke navendî ber bi sîstemeke nenavendî û demokratîk e, mînaka wê yekê jî Rêveberiya Xweseriya a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

PYD’ê civîna xwe ya asayî ya çaremîn li dar xist û plana xebatên 2 mehan eşkere kir.

PYD’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser wê yekê ku ew piştgiriyê dide hevdîtinên di navbera Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) û rêveberiya li Şamê.

Beşdaran civînê, tekez kirin ku hilbijêra leşkerî û zimanê tehdîdê ji bilî wêrankirin û parçekirina gelê Sûriyeyê ti encamên din bi xwe re nayîne.

PYD tekez kir ku çareserî girêdayî yekbûyîna gelê Sûriyeyê û vegustina ji sîstemeke navendî ber bi sîstemeke nenavendî û demokratîk e, mînaka wê yekê jî Rêveberiya Xweseriya a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di civînê de, teqezî li ser rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hate kirin û hate destnîşankirin ku rizgarkirina Efrînê têkoşîna sereke ya PYD ye.

Têkbirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê mifteya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye.

Her wiha, PYD bal kişand ser wê yekê ku bêdengiyeke navdewletî li hemberî sûcên guhertina demografiya Efrînê heye.

PYD, di encamnameya civîna xwe ya çaremîn de tekez kir ku bi qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê re, gelê Sûriyê nêzî pêngava amadekirina zemîna çareseriya demokratîk a ji bo aloziya Sûrî ye.

Di encamnameyê de bal hate kişandin ser aram û jiyana hevbeş a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê û banga hevgirtinê li hemberî hewldanên xerabkirina yekîtiya niştimanî ya gelê herêmê kir.

PYD, li gel pêşketinên di qada Sûrî de, rewşa siyasî û geşedanên ku herêm, cîhan û bandora wê yên dozên niştimanî, demokratîk li Sûriyeyê û Kurdistanê gotûbêj kirin.