Li Bakurê Kurdistanê agirê Newrozê li gelek bajaran hate pêxistin

Îro jî li gelek bajarên Kurdistanê agirê Newrozê ji aliyê bi dehhezaran welatiyan ve hate geşkirin. Kurdan û dostên xwe di qadan de carek din ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin Siyasetmedaran jî bal kişandin ser êrişên li dijî têkoşîna gelê Kurd û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û gotin, Êdî tehemûla gelê kurd ji tecrîdê re nema ye û banga yekitiye kirin

Newroza îsal ku li Bakurê kurdistanê û Tirkiyê bi dûrişmeyên “Her der Newroz, her dem azadî” tê pîroz kirin, îro jî li gelek bajaran bi geşkirina agirê berxwedanê dewam kir.

Agirê newroza yê Colemêrgê bi tevlibûna bi hezaran kesan li quntarê çiyayê Simbil hate pêxistin.

Bernameyê piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehidên têkoşîna azadî û demokrasiyê dest pê kir û li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bertek hate nîşandan

Newroza Qereyazi ya Erziromê jî bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” hate pîrozkirin.

Tevî hewayê sar jî bi hezaran kes ji navçeyên Erziromê û gundên Qereyaziyê jî tev li Newrozê bûn.

Di pîrozbahiyê de bi hezaran peyama “Ji bo Ocalan azadî” dan û banga îstîfakirinê li desthilata AKP-MHP’ê kirin.

Yek ji navendên Newrozê ku bi pêşengtiya partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî hate pîrozkirin jî Qers

Siyasetmedaran ku axivî bal kişandin ser êrişên li dijî têkoşîna gelê Kurd û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û gotin: “Êdî tehemûla gelê kurd ji tecrîdê re nema ye.”

Gelê navçeya Milazgirê bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serkevin” û “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê vêxistin.

Xelkê Milazgirê û siyasetmedan ji qadê peyamên ji bo yekitiya netewî dan.

Li warê Mazlûm Dogan ê yek ji pêşengên PKK’ê ku di Newrozê de li Zindana Amedê bedena xwe şewitand, agirê Newrozê geş bû.

Bernameyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê û qurbaniyên erdhejê dest pê kir.

Back to top button