QSD: Merasîmên 9 şervanên YAT’ê roja Çarşemê tê lidarxistin

Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD, têkildarî merasîma şervanên YAT’ê yên di qezaya helîkopteran de şehîd bûn, daxuyaniyek da.

QSD di daxuyaniya xwe de teqez kir ku ew ê merasîmekî bi heybet ji her 9 şehîdan re li dar bixin û got:

”Roja Çarşemê 22’ê Adarê, hêzên me dê merasîmên fermî yên leşkerî û gelêrî, ji bo oxirkirina 9 şehîdên hêzên YAT’ê, ku 15’ê Adarê li Başûrê Kurdistanê di qezayê de şehîd bûn, li dar bixe.

Merasîm dê saat 11’an li bajarê Hesekê pêk werin û dê ji hemû deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha hevparên hêzên me yên şerê li dijî terorê, beşdar bibin.’

QSD daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

”Şervanên me di ber herêmê de û ji bo parastina pêkhateyên wê xwîna xwe rijand, em gelê xwe yê wefadar û welat-hez vedixwînin merasîmên oxirkirina şehîdên xwe.”

Back to top button