HIKUMETA ÎSRAÎLÊ: TIRKIYE PIŞTGIRIYA HEMASÊ DIKE.. DIVÊ “YE” DESTWERDANÊ BIKE

Hikumeta Til Ebîbê daxwaznameyekê ji Yekîtiya Ewropayê re dişîne da çalakiyên şaxê Tevgera Hemasê ya li Stanbolê rawestîne.

Îsraîl zêdebûna van çalakiyan li destkdayîna hikuemta AKP’ê bixwe vegerand û ew tawanbar kir.

Çalakiyên Hemasê tirsnak in û dewleta Tirk piştevaniya wê dike..

Li jêr van gazinan Îsraîl hawara xwe bi Yekîtiya Ewropayê ve anî.

Çavkanîne wezareta derve ya Îsraîlê ragihand, Îsraîl ji Yekîtiya Ewropayê xwestiye ofîsa Hemasê ya li Stanbolê bigire.

Wezaretê got, li ser daxwaza Tirkiyê serokê ofîsê Salih el-Erawî aniha li başûrê Libnanê û li Qeterê dijî, lê hîna ofîsa wî li Tirkiyê ye û wê bi rê ve dibe.

Wezareta derve ya Îsraîlê tiliyên tawanbariyê rasterast dirêjî serokê hikumeta AKP’ê Erdogan kir, ku ew çavên xwe ji ser van tiştan dadigerîne.

Li gorî Til Ebîbê, dewleta Tirk dihêle Hemas ji erdê wê ve çalak bibe û wê weke rêxistineke rewa dibîne.

Enqere di lihevkirina lihevhatinê ya 2016’an de gotibû ew ê nehêle Hemas operasyonên çekdar ji erdên wê pêk bîne, lê belê istixbarata Îsraîlî (MOSAD) dibîne ev çalakî hîna ranewestiyane û Tirkiyê li ser wan erê dike.

Îsraîl çalakiyên Hemasê yên li wir bi yên herî tirsnak bi nav kir..

Ji bo vê mijarê jî Israîl ev ji Tirkiyê bixwe re gotibû, lê ya dawî guh nekir, ji lew re Îsraîl berê xwe da Ewropayê û ji gelek welatan xwest ku bi dewleta Tirk re pir hişk bin û çalakiyên Hemasê qels bikin.

Berî 3 salan Til Ebîbê ragihandibû, tiştê nahêle ew û Tirkiyê lihevkirina lihevhatinê îmze bikin, ew e ku Enqere ofîsên Hemasê yên li cem xwe nagire.

Leave a Reply

Back to top button