MSD WÊ 7 Û 8’Ê MEHA ÎLONÊ KOMXEBATEKÊ LI BERLÎNÊ LI DAR BIXE

Meclisa Sûriya Demokratîk wê 7 û 8 Îlonê de, komxebatekê li Berlînê li dar bixîne..

Serokê Buroya Têkilkiyan di MSD’ê de CÎhad Omer ragihand ku, şandeya MSD’ê li derve xwe ji bo lidarxistina komxebatekê li Berlînê amade dike..

Cîhad Omer diyar kir ku, wê bi riya van komxebatan bi hêzên opozsyonê yên derve re li ser nexşerêya ji hevdîtina Sûrî-Sûrî derketiye, nîqaş bikin û Rêveberiya Xweser bidin nasîn..

Her wiha li ser çawaniya lidarxistina kongreyekî nîştîmanî ji opozsyona demokratîk re, gotûbêj bikin.

Serokê Buroya têkiliyên MSD’ê her wiha da zanîn ku, biryar e ku, komxebatan li paytextên welatên Skendenaviya jî li dar bixînin..

Di hizêran borî de, MSD’ê li Parîsê û di Tîrmehê de jî li Viyana 2 komxebatên cuda pêk anîn..

Leave a Reply

Back to top button