22’ê Adar Roja Avê ya Cîhanî

Îro Roja Avê ya Cîhanî ye.
Du milyar mirov li çaraliyê cîhanê di gihandina ava vexwarinê de zehmetiyan dikişînin.
Ji ber jimara zêde ya mirovan, vexwarin roj bi roj zêde dibe.
NY jî bo rewşa heyî hişyariya xelaya avê da.

Hişkesalî û guherîna avhewayê rewşa jiyanî zehmet kiriye.

Di Rapora Avê ya Cîhanê ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat amadekirin de îşaret bi vêyekê hate kirin.

Ji NY hişyariya avê

Di raporê de Afrîkaya Navîn, Asyaya Rojhilat û Amerîkaya Başûr weke herêmên ji rewşê bandor bûne tê xuyakirin.

Li gorî daneyên NY, nêzî du mîlyar kes nikarin bi rehetî xwe bigihînin ava vexwarinê.

Rapora Avê ya ku ji hêla Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve hatî amadekirin eşkere dike ku li seranserê cîhanê her sal bi kêmî, mehekê nêzî sê milyar kes bi kêmbûna avê re rû bi rû dimînin.

Li gorî raporê tê gotin di nava 40 salên dawîn de her sal ji sedî sed vexwarina avê zêde bûye û dibe ku heta sala 2050’î jî bi vê rêjeyê zêde bibe.

Sedema vê jî zêdebûna nifûsa cîhanê, pêşketina civakî-aborî û guhertin têne destnîşankirin.

Her wiha kêmbûna asta avê di encama qirêjiya ava vexwarinê de jî pirsgirêkê girantir dike.

Di raporê de hat destnîşankirin ku pirsgirêka sereke li welatên xizan nelirêtiya pergalên kanalîzasyonê ye, li welatên pîşesaziyê jî ji ber çandiniya pîşesaziyê qirêjiya avên binê erdê ye.

Ji aliyê din ve di Rapora Avê ya Cîhanê de, li hember van zehmetiyan girîngiyê, hate destnîşankirin.

Weke mînak hate destnîşankirin ku pergalên avdanê yên bi hev re di çandiniyê de dixebitin an jî parastina kooperatîf a hewzên ku avê ji bo bajaran peyda dikin hate destnîşankirin.

Endama Lijneya Rêvebir a Rêxistina UNESCO ya Almanyayê Ula Burchhardt, rapora ku hat weşandin wek “Balansek demkî ya tirsnak” bi nav kir û got,

“Ji bo pêkanîna armancên avê yên di rojeva sala 2030’î de, divê em çar qat zêdetir hewl bidin.”

Rapor tê xwestin ku di Konferansa Avê ya Cîhanê ya NY de ku wê di navbera 22-25’ê Adarê de li New Yorka Amerîkayê bê lidarxistin, bibe bingehek ji bo nîqaşan.

22’ê Adarê ji sala 1993’an ve ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî Roja Cîhanî ya Avê tê qebûlkirin.

Di vê çarçoveyê de her sal 22’ê Adarê hewl tê dayin ku bala raya giştî ya cîhanê bikşîne ser kesên ku nikarin xwe bigihînin ava paqij.

Back to top button