
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava dorpêç û êrişan de, herêmên hikumeta Şam jî di nava krîza aborî de Remezanê pêşwazî dikin. Li Filistînê jî kolan hatine xemilandin û ronîkirin.
Misliman li seranserê cîhanê xwe ji bo pêşwazîkirina meha Remezanê ku sibê dest pê dike, amade dikin.
Ji bo pêşwazîkirina Remezanê, sûk tijî dibin. Li Sûriyê ji ber daketina nirxê lîreya Sûriyê li hember dolar, kel û pel pir biha ne.
Welatiyên Tebqayê destnîşan kir ku ji ber ku kel û pel biha ne, ew nikarin hemû pêdiviyên xwe bikirin.
Welatiyan daxwaz kir ku sûkan kontrol bikin da ku rê li yek-destiya bazirganan bigirin.
Hevserokê Temwînê ya Tebqayê Îsa El Hesen da zanîn ku dê di Remezanê de dê li sûkan bigerin da ku bazirgan bi buhayan nelîzin.
Firoşkarên sebzeyan ên li Kobanê jî dibêjin êrişên dewleta Tirk a dagirker û kêmkirina ava çemê Firatê bandoreke neyînî li jiyana wan dike.
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî, ji ber dorpêça hikumeta Şamê û bilindbûna buhayan, tevgera şêniyan li sûkên her du taxan kêm e.
Li paytexta Sûriyê Şamê jî xelk nikare pêdiviyên xwe yên xwarinê bikire.
Hikumeta Şamê jî hîna mijara bihabûnê paşguh dike û sûkan kontrol nake.
Li Filistînê jî, tax û kolanên Quds û Xezayê ji bo pêwşazîkirina Remezanê hatine xemilandin, koçeyên diçin Mizgefta El Eqsa jî bi rengên cuda hatine ronîkirin.