Newroz Uysal: 2 salin ji Îmraliyê agahî nayê girtin

Parêzera Rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal diyar kir ku 2 salin ji Îmraliyê agahiyê nayê girtin û got: “Di warê navneteweyî de biryara NY ji aliyê Tirkiyê ve nayê pêkanîn û Tirkiye helwesta xwe ya li ser dewamkirina vê tecrîdê didomîne, em jî ji bo şikandina tecrîdê serlêdanên xwe bidomînin.”

Rêber Abdullah Ocalan 24 salin li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin û ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha jê agahî nayê girtin.

Abdullah Ocalan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û piştî vê tevî hemû hewldanan bi hincetên cezayên dîsîplînê hevdîtin hatin astengkirin.

Yek ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Uysal, der barê pergala tecrîda li Îmraliyê nirxandin kir.

Newroz anî ziman ku ew ber bi 25’ê Adara 2023’an ve diçin û dikevin sala duyemîn a têneqihiştina mûtleq û got:

Ev 2 salin em tu agahî ji rêber Abdullah Ocalan nikarin bigirin.

Ev dem hem di warê her girtiyek siyasî û hem jî warê mînakên wan ên li cihanê de demek pir dirêj e.

Ji sala 99’an û vir ve girtîbûna rêber Ocalan ne di warê hiqûqû û ne jî siyasî de weke serdemeke asayî pêş neketiye.

Gelek caran serlêdanên me, hincetên fîîlî, guh-nedana qanûnê û pêkanîna astengiyan hatin redkirin.

Lê belê ev du salên dawî di warê mirovatiyê de serdema herî nediyar e ku em dikarin jê re bibêjin lûtkeya herî bilind.

Newroz Uysal: Serlêdanên me bê bersiv dimînin

Newroz Yusal diyar kir ku wekî ku tê zanîn di pêvajoya li girava Îmraliyê de tu carî mafê telefonê ji rêber Abdullah Ocalan re nehatiye dayîn û wiha bi lêv kir:

Telefona 2022’an encama şert û mercên pandemiyê bû.

Qedexeya hevdîtina malbatê ya 3 mehan dewam kir.

Dîsa bi dehan nameyên ku me şandibûn me tu bersiv negirt.

Biryara Neteweyên Yekbûyî nayê pêkanîn.

Di serlêdanên xwe yên hiqûqî de me dît ku şert û mercên girtîgehê jî weke zexta li girtîgehên din xwe dide der.

Newroz Uysal: Heta dawîbûna tecrîdê em ê serlêdanên xwe bidomînin

Parêzer Newroz Yusal di dawiyê de got: Em îro tecrîdê li ser esasê israra dewletê ya di çareser-nebûna pirsgirêka kurd de esas digirin.

Em ê serlêdanên xwe yên qanûnî bidomînin.

Back to top button