Ji bo Newroza 2023’an, Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) agirê Newrozê geş kir û bi tilîliyên xwe coş dan roja nû.
KJAR’ê li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê, agirê Newrozê geş kir.
Û ji bo Newrozê, tevahî şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi bîr anîn.
KJAR’ê di çalakiya Newrozê de wêneyê Rêber Abdullah Ocalan hilda.
Piştî geşkirina agir, stran hate gotin, bi tilîlî, govendê û xwe avêtina li ser agir Newroz hat pîrozkirin.
Di çalakiya Newrozê de hate destnîşankirin ku şopdarên azadiyê jin; wê her tim agirê Newrozê geş bikin.
Pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Newroz pîroz be” bi dawî bû.