EFRÎN DI BIN DAGIRKERIYÊ DE ÇAWA TÊ BIRÊVEBIRIN ?

Piştî 17 mehan, gelo Efrîn di bin dagirkeriyê de çawa tê birêvebirin?
Komên çeteyan ên sereke kîne, li ku derê bi cih dibin û çawa aboriya xwe peyda dikin.
Her wiha li bajêr û li navçeyan qaşo meclis ava bûne, erka wan meclisan çi ye?
Em ê van bersivan di vê dosyayê de bibînin.

LI EFRÎNÊ 3 NAVENDÊN ISTIXBARATÎ LI EFRÎNÊ HATINE AVAKIRIN

Der barê rewşa Efrînê ya piştî dagirkirinê, Ajansa Hawarê (ANHA)’yê dosyayek weşand.

Di dosyayê de rewşa Efrînê û çawaniya birêvebirina wê di bin dagirkeriyê de tê parvekirin.

Li gorî ANHA’yê dewleta dagirker 3 navendên istixbaratî li Efrînê ava kirine.

Her wiha Efrîn ji hêla waliyê Hatayê ve tê birêvebirin.

Li taxên Efrînê jî gelek kom bi cih dibin ew jî ev in:

– Çeteyên El-Cebhe El-Şamiye taxa Eşrefiyê
– Çeteyên Sultan Murad navbera taxa Zeydiyê û Mehmûdiyê
– Çeteyên El-Hemzat kolana Vîlat
– Çeteyên Lîwa El-Muitesem û Sultan Murad navbera kolana Vîlat û taxa Zeydiyê.

DI HER KOLANEKE BAJÊR DE, NAVENDEKE KOMKIRINA AGAHIYAN HEYE

Di her kolaneke bajarê Efrînê de navendek heye û ji hêla 10 çeteyan ve tê birêvebirin.

Erka wan a sereke fesadiyê bikin ango aliyan bi her tiştekî agahdar bikin.

Di hemû navendan de girtîgeh hene.

DI GIRTÎGEHÊN KILIS Û DÎLOKÊ DE BI HEZARAN ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ HENE

Hin caran kesên ku tên revandin ber bi girtîgehên Kilis û Dîlokê ve tên veguhastin.

Tê gotin di wan her du girtîgehan de bi hezaran şêniyên Efrînê hene.

Li Efrînê 3 tuga hene.

Her yek ji wan 4 kom tê de ne û her komek ji gelek lîwayan pêk tê.

Di her lîwayekî de hejmarek tabûr hene.

Her tabûrek jî ji 60 heya 70 çeteyan pêk tê.

ABORIYA ÇETEYAN JI DEWLETA TIRK BIXWE Û JI TALANÊ PEYDA DIBE

Çeteyên Ehrar El-Şarqiyê, Ceyş El-Şerqiye, Şuheda’ Bedir û hin komên din desteka xwe ya aborî ji talankirin û fîdyayan peyda dikin.

Çeteyên Sultan Murad, Sultan Fatih û koma El-Hemzat desteka xwe bi awayekî yekser ji dewleta Tirk digirin.

Di destpêka dagirkirina Efrînê de her çeteyekî 800 heya 1000 lîreyên Tirk digirt, lê niha tenê 300 digirin.

TEVÎ HEVKARÊ DAGIRKIRINÊ BÛ, LI DAWIYÊ TABÛRA MIŞEL TEMO REZÎL BÛ

Tabûra Mişel Temo jî li gel çeteyên din hevkarê dagirkirinê bû.

Lê hema piştî 8 mehan, ew kom ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hate tunekirin.

Tabûra Mişel Temo ku ji hêla Mihemed El-Şêx (Ebû Meryem El-Heskawî) û Ebû Meryem El-Efrînî yê ji gundê Celemê ve dihat birêvebirin, 300 çeteyên wê hebûn.

Mihemed El-Şêx ji hêla çeteyên Sultan Murad ve hate kuştin, çarenûsa Ebû Meryem El-Efrînî jî nediyar e.

ERKA MECLISÊN HATINE AVAKIRIN, TALANKIRIN Û SÎXURTÎ YE

Li her navçeyekê dewleta Tirk a dagirker meclîs ava kirin.

Erka wan meclisan di serî de ajantî û talankirina şêniyên Efrînê ye.

Mewsima zeytûnan weke mînak, bi vî awayî tê destesekirin:

– Ji sedî 10 ji meclisa herêmî re
– Ji sedî 10 ji meclisa leşkerî re
– Ji sedî 15 ji komîteya parastinê re
– Li guveştgeha zeytûnan jî komên çeteyan dest datînin ser nîvî berhema zeytê.

Leave a Reply

Back to top button