
20’ê Adarê ji ber pêxistina agirê Newrozê, li dijî 4 welatiyên kurd li navçeya Cindirêsê kumkujî hat kirin. Îro kombenda Civakî ya Efrînê û Komîteya Koçberên Serêkaniyê komkujiya Cindirêsê şermezar kirin. Malbatan jî banga cezakirina kujeran kir.
Bûyera qetilkirina 4 ciwanên kurd li navçeya Cindirêsê bertekên tund bi xwer anîn.
Derbarê komkujiyê, Kombenda Civakî ya Efrînê û Komîteya Koçberan a Serêkaniyê li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de sûcên hovane yên komên terorîst li dijî welatiyan hat şermezarkirin û
banga hesabpirsîna ji kiryaran, bidawîkirina dagirkeriyê û vegera koçberan li Efrînê hat kirin.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê jî kiryarên hovane şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kir ku bêdengiya xwe bişkîne û helwestek zelal diyar bike.
Malbatên şehîdan banga cezakirina kujeran kirin
22-3-2023-sehba-malbeten sehdiden cindirese u nerina reveberiya xweser
Li Şehbayê jî Malbatên şehîdên Cindirêsa Efrînê, konê sersaxiyê vedan.
Malbatên şehîdan bang li civaka navnetewî kirin çeteyan ji warê wan Efrînê derxînin û kujeran ceza bikin.