“Lezkirina guhertinan ji bo çareserkirina aloziya avê”

22 Adarê weke roja cîhanî ya avê, ji aliyê NY ve hatiye destnîşan-kirin. Rêxistinên NY hişyariyê didin ku li seranserî cîhanê bêhtirî 2 milyar kes ji bo peydakirina avê zehmetiyan dikişînin. Dewleta Tirk a dagirker jî, para cîranên xwe ji ava çemên Ferat û Dicleyê nade.

Komeleya Giştî ya NY sala 1993’an, roja 22 Adarê weke roja cîhanî ya avê destnîşan kir.

Ji ber aloziya ava paqij li tevahiya cîhanê, silogana “Lezkirina guhertinanan ji bo çareserkirina aloziya avê” ji bo roja avê ya cîhanî ya sala 2023’an hat hilbijartin.

Rêxistina Tenduristiyê ya cîhanî û Yûnisef dibêje, pêdiviya nêzîkî 2 milyar kesî li cîhanê, bi ava paqij heye.

Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiya cîhanî, salê nêzîkî yek milyon û 400 hezar kes ji ber nexweşiyên girêdayî ava paqij dimirin.

Her wiha li gorî Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Cîhanî FAO, 72% ji ava şêrîn, ji bo çandiniyê tê bikaranîn.

Aloziya avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, bûye pirsgirêkeke rojan e.

Piştî dagirkirina bajarê Serê Kaniyê sala 2019’an, dewleta Tirk û çeteyên xwe dest danî ser stasyona Elok û ava vexwarinê qut kir.

Niha bajarên Hesekê, Til Temirê û gundewarên wan ku hejmara niştecihên wan bêtirî Milyonek kesî ye, ji ava Elok bêpar mane.

Ne tenê wiha, dewleta Tirk peymanên navdewletî jî binpê dike û para welatên derdorê ji ava çeman nade.

Wekî Çemê Firat û Dicla yê..

Dewleta Tirk avê li ser milyonan mirov qut dike

Li gor peymana 1987’an a di navbera Sûriyê û TIrkiyê, divê di saniyekê de 500 M3 derbasî Sûriyê bibe, lê belê serê çend salan e dagirkeriya Tirk avê dibire.

Di rewşa heyî de di saniyê de kêmtirî 180 M3 derbasî axa Sûriyê dibe.

Vê yekê hişt ku bendavên li ser Çemê Firatê hin caran ji kar bikevin, her wiha bi sedhezaran donimên zeviyên çandniyê bandor bibin û ava vexwarinê jî li tevahiya herêma Firatê kêm bibe.

Her wekî, ava çemê Xabûrê jî dimiçiqe..

Ji lewra, di roja Cîhanî ya Avê de, yek ji tawanbarên qutkirina avê ji ser milyonan mirov, dewleta Tirk a dagirker e.

Back to top button