Merasîmên oxirkirina 9 şehîdên YAT’ê

Fermandarê Giştî yê QSD Mezlûm Ebdî sersaxî malbatên şehîdan re xwest û teqezî li ser şopandina rêya şehîdan kir.
Her wiha Hevserokê Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş jî diyar kir ku destketiyên heyî bi saya şehîdan hatine bidestxistin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmeke bi heybet, 9 şehîdên yekîneyên antî-terorê YAT’ê oxir kirin.

Merasîm bi beşdariyeke mezin ji hemû pêkhate, rûsipî, dezgeh û saziyên Rêveberiya Xweser pêk hat.

Di merasîmê de Fermandarê Giştî yê QSD Mezlûm Ebdî axivî.

Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:

Mezlûm Ebdî: Şervanên me pêşengtiya şerê li dijî teror û dagirkeriyê dikirin

Em îro 9 ciwanên xwe yên çeleng, qehreman û fedakar oxir dikin

Wekî tevahî şehîdên me, ew ji bo me dibin mînak û pêşeng

Her 9 şervan ji Cezîrê heta Reqa, ji Şehba heta Kobanê, beşdarî hemû eniyên şerê li dijî terorê û li dijî dagirkeriyê bibûn

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî dawiyê soza şopandina rêya şehîdan da û got:

Ala ku şehîdan bilind kirî, ti carî nakeve

Em soz didin ku em ê li ser rêya şehîdan bimînin heta pêkanîna xwenên wa

Ebid Hamid El-Mihbaş: Bi saya fedekariyên şehîdan rê li ber terorê hat girtin

Hevserokê Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş jî di merasîmê de axivî û got:

Me 9 şervanên herî bedew û çeleng wenda kirin

Şerê ku we li dijî terorê dest pêkirî hîna bidawî nebûye.

QSD rê li ber belavbûna terorê li hemû cîhanê girt

Ev jî bi saya fedakariyên şehîdan bû

Em bi we serbilind in.

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer jî, ji gelê herêmê, Fermandarê Giştî QSD’ê û malbatên şehîdan re sersaxî xwest û diyar kir ku wan şehîdan di temenekî ciwan de jiyana xwe kirin oxira doza ku pê bawer kirine, herêm û gelên xwe parastin û fedakariyên mezin dan.

Back to top button