
Di 15’ê mehê de, 9 şervanê YAT’ê di qezaya helîkopterê de li başûrê Kurdistanê şehîd bûn.
Îro li bajarê Hesekê her 9 şehîdên YAT’ê bi merasîmke bi heybet hatin oxirkirin.
9 şervanên YAT’ê ku di encama qezaya helîkopterê de li bajarê Silêmaniyê yê li Başurê Kurdistanê şehîd bûn, doh gihiştin heremê.
Piştî ku cenazeyên şehîdan hatin wergirtin, îro li lîstigeha Serdem a bajarê Hesekê merasimek hate lidarxistin
9 Şervanên YAT’ê bi merasîmek bi heybet hatin oxirkirin.
Bi hezaran ji şêniyên herêmên Cizîr, Firat, Dêrazorê, Efrîn û Minbicê ji şêxên eşîran, hêzên leşkerî û partiyên siyasî li lîstigeha Serdem amede bûbûn.
Her wiha li ser navê YNK’ê Berpirsê Giştî yê Dijterorê li Silêmaniyê Wehab Helebceyî û şandeyek ji Koalisyona Nevneteweyî beşdarî merasîmên oxirkirina 9 şehîdên YAT’ê bû.
Piştî cenazeyên şehîdan gihîşt lîstigehê ji aliyê gel vê bi dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ hatin pêşwazîkirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê û toranek leşkerî destpê kir..
Merasîma oxirkirina 9 şehîdên YAT’ê piştî radestkirina wesîqeyên şehadê ji bo malbatan, bi axaftinan dom kir.
Di merasîmê de gelek kes axivîn û bal kişandin ser fedakariya şehîdan û soza bilindkirina têkoşînê dan.
Cenazeyên 9 şehîdên YAT’ê piştî merasîma bi heybet a li Stadyuma Serdem a Hesekê, ji bo definkirinê ber bi warên wan ve hatin birêkirin.