
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jineke ducanî li navçeya Cindirêsê kuşt. Ji bilî wê Çeteyan îşkence li welatiyekî kir û ew revand. Her wiha çeteyan nehişt ku welatî ji navenda Efrînê biçin Cindirêsê û piştgiriyê bidin malbata şehîdên Komkujiya Cindirêsê.
Çavkaniyên xwecih ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê jineke ducanî bi 6 guleyan li ber çavê hevjînê wê qetil kir.
Lê agahiyên zêdetir nehatin bi destxistin.
Li Cindirêsê piştî komkujiyê îşkence û revandin
Her weha Çeteyan li navçeya Cindirêsê, bi hinceta ku li wan dinihêrî, îşkence li welatiyekî kir, ew revand û bir cihekî ne-diyar.
Bendên kontrolê ên çeteyan li ser rêya Efrîn-Cindirêsê jî nehişt ku welatiyên Kurd ji navenda Efrînê biçin Cindirêsê û piştgiriyê bidin xwepêşandana şehîdên Komkujiya Cindirêsê.