
Di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê li ber Ofîsa NY ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê de, ev peyam hat dayîn: “Bi xwedî-derketina li ruhê berxwedêr ê Newrozê emê Rêberê xwe azad bikin.”
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK) Erdal Atasoy diyar kir ku bingeha vê coşa Newrozê ew e ku Rêber Ocalan û komek hevalên xwe 51 sal berê bingeha PKK’ê daniye.
Atasoy bi bîr xist ku divê welatiyên ji Ewropayê bibe dengê daxwaza bi sed-hezaran kesên li Newroza Amedê ku banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin e.
Mehmet Şîrvan li ser navê platforma hilbijartinan a Swîsreyê, têkildarê hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyê axivî û got:
Di serî de Ewropa, bila hilbijêrên li Swîsreyê demildest qeyda xwe çêbikin û biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê.