
Beşdarên Newroza Dêrazorê destnîşan kir ku Newroza 2023’an wê bibe newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan.
Îro bi sedan şêniyên Dêrazorê û nûnerên meclisên sivîl û leşkerî yên Dêrazorê Cejna Newrozê li bajarokê Kisra ya rojavayê Dêrazorê pîroz kir.
Di şahiyê de, bi navê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, Demhat El-Kilêzî axivî, Cejna Newrozê li Rêber APO û gel pîroz kir û wiha got:
“Îro roja biratiya gelan e û em jî soz didin ku heta avakirina Sûriyeke demokratîk û azad têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.
Endama Desteya Rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê Şehrezad Qasim got: “Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe newroza azadiya Rêber Ocalan û dawiya binpêkirin û dagirkeriyê.”
Şahî bi pêşandina stranan berdewam kir.