
Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa cenazeyên 6 şehîdên YAT’ê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.
Piştî merasîma bi heyîbet a li bajarê Hesekê cenazeyên şehîdan ber bi bajarên wan ve bi rê ketin.
Bi sedan şêniyên herêmê Dêrikê li têketina bajêr kom bûn û cenazeyên 6 şehîdên YAT’ê pêşwazî kirin.
Şêniyan cenazeyên Feraşîn Baran, Dîdar Dêrik, Hogir Dêrik, Koçer Dêrik, Harûn Rojava û Dogan Efrîn wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Cenazeyên şehîdan di nava tilîliyên dayîkan û dirûşmeyan de hatin veşartin.
Cenazeyên şehîdên Kobanê jî beriya çend kêliyan gihiştin Sirînê, gorî nûçegihanên me Sibe li Kobanê Merasîma oxirkira şehîdan pêk were.