HRW: Tirkiye di ber kuştina 4 ciwanan li Efrînê berpirsiyar e

Rêxistina Mafên Mirovan a Navneteweyî HRW têkildarî şehîdbûna 4 ciwanên Kurd li Efrînê raporek belav kir.HRW got ku ji ber TIrkiyê hêzeke dagirker e berpirsyartî ya wê ye û divê rê li ber binpêkirinan were girtin.

Cîgirê Rêveberê rêxistina HRW a Rojhilata Navîn û Bakur Afrîkayê Adem Kogil di raporê de got ku “Ev kuştin piştî 5 salan ji binpêkirina mafên mirovan ku Hêzên Tirkiyê û komên Sûrî pêk tînin, tê”

Li gor wî, “Tirkiyê rê da wan çekdaran ku destdirêjiyê li mirovan bikin û neyên cezakirin”

Rêxistina Human Ragihta Watch eşkere kir ku “çimkî Tirkiyê hêzeke dagirker e, divê lêpirsînê têkildarî vê komukiyê bike û desteka wan çekdaran rawestîne”

Back to top button