Li bajarê Tebqayê teqîneke rû da. Di teqînê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 9 jî birîndar bûn.
Li nêzî çerxerêya Kenîsa ya kolana Filistînê ya bajarê Tebqayê êrîşek bi erebyeke bombebarkirî pêk hat.
Li gorî agahiyan di êrîşê de sivîlek jiyana xwe ji dest da û 9 jî birîndar bûn.
Birîndar ji bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.
Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê teqînê girtin û lêkolîn dan destpêkirin.
Çavkaniyekî leşkerî ji me re ragihand ku, 2 erebeyên din ên bombebarkirî di nava bajêr de ne..
Çavkanî tekez kir ku hêzên Ewlekariyê erebeyek bombebarkirî bêbandor kirin.
Her wiha lêgerîna xwe li erebeya din jî didomînin..