NPG’ê derbarê planê Tirkiyê de daxuyaniyek da

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel- NPG’ê got.
“Rejîma AKP-MHP ji bo karibe desthilatdariya xwe bidomîne wê serî li her rê û rêbazê bide.
Rejîma AKP-MHP’ê beriya hilbijartinê dixwaze şer bide destpêkirin û Êrişê herêmên Medya û Rojavayê Kurdistanê bike.
Divê her kes xwe li gor şer amade bike.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê derbarê rojevê de peyamek weşand.

Fermandariyê di şexsê Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de hemû şehîdên newrozê bibîranî û got:

Beriya vê bi 50 salan Rêber Apo, meşa xwe ya dîrokî di roja Newrozê de avît.

Ji wî çaxî heya niha, her diçe agirê Newrozê geş dibe, berxwedan û têkoşîna azadiyê bilind dibe.

Ji xwe Newroz roja yekîtiyê ye, roja berxwedanê ye, roja zaferê ye. Newroz bi Rêber Apo re, bi PKK’ê re careke din gihîşt wateya xwe ya rast.”

NPG’ê di nav peyamê xwe de diyarkir ku dewleta Tirk dixwaze di 100 saliya Lozanê de serkeftina xwe ragihîne û ev nirxandin kir.

“Dijmin bi alîkariya xeta hevkar a Kurd, bi alîkariya sîxuran, bi alîkariya Nato û hêzên hegemonîk , bi bikaranîna çekên kîmyewî xwest PKK’ê têk bibin.

Li Rojava, li Başûr, li Şengal û li her cihekî destkeftiyên gelê Kurd lê hebe ji holê rabikin

Û sala 100’emîn a Peymana Lozanê ye de zefera xwe îlan bike.

Lê Rêber Apo, Gerîlayên Azadiyê, gelê Kurd û dostên wan bi berxwedaniya xwe nehişt ev plan biçe serî ”

NPG’ê di berdewamiya nirxandinê xwe de balkişand li ser planên qirkirinê ê li ser kurdan û ev nirxandin kir:

Rejîma AKP-MHP’ê van 2 mehê bê wê êrişên xwe zêdetir bike.

Îhtîmaleke pir mezin wê zextê hîn zêdetir li ser Rêber Apo mezin bikin.

Wê li dijî qada siyasî operasyonên qirkirinê bidomînin.

Taybet wê bi nêzbûna hilbijatinan ve îhtîmalek pir mezin dagirkeriya tirkiyê an wê li dijî heremên Medya an jî li dijî Rojavayê Kurdistanê êrişeke mezin a dagirkeriyê bide destpêkirin.

Divê hêzên me şaş nêzî agirbesta li bakurê kurdistanê nebin û xwe biparêzin.

Divê herkes xwe li gor şereke nû amade bike.

Rihê ku di newrozê de derket holê wê di gelek aliyan de diyarker be.

Wê serkeftin ya gelê kurd, gelê berxwedêr be.

Back to top button