Lûtkeya lîderên YE li Brukselê despê kir

Lîderên welatên YE li Brukselê kom bûn.
Di rojeva lûtkeya lîderan de, Ukrayna, enerjî û aborî heye.

Serokên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo mijarên wekî aboriyê, reqabetê ya pîşesaziyê, piştgiriya ku ji Ukraynayê, krîza banka û enerjiyê re bê dayîn, li Brukselê dicivin.

Lûtkeya llîderan bi beşdariya serokên dewlet an jî hikumetên 27 welatên endamên Yekîtiyê dest pê kir.

Lûtke wê 2 rojan dewam bike.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî wê beşdarî beşa yekem a lûtkeyê bibe.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel wê serokatiya lûtkeyê bike.

Di rojeva lûtkeya lîderên NY de; Ukrayna, enerjî û aborî heye

Di civînê de, dê mijarên girîng ên jeopolîtîk ên wekî Şerê Rûsya-Ukraynayê bibin.

Wê lîder paşê derbasî rûniştina bi mijara Ukraynayê bibin.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky wê bi vîdeo konferansê beşdarî civînê bibe.

Bi vî awayî Zelensky wê cara 8. beşdarî Lûtkeya YE bibe.

Herî dawî beriya niha Zelensky bi xwe beşdarî lûtkeya lîderan bûbû.

Paketa piştgiriya çekan a 2 mîlyar dolarî bo Ukrayna

Di vê rûniştinê de wê mijarên cuda yên weke pakêta çekan a 2 milyar dolarî ya Yekîtiya Ewropayê ji Ukraynayê heye.

Her wiha wê fînansekirina piştgiriya leşkerî û bikaranîna sermayeyên cemidî yên Rûsyayê bên nîqaşkirin.

Rewşa ewlehiyê ya ji ber Şerê Rûsya-Ukraynayê derket holê, tedbîrên ku bên girtin û geşedanên dawî wê ji aliyê lîderan ve bên nirxandin.

Di civîna lûtkeyê de lîder dê li ser mijara koçberan jî rawestin.

Di vê çarçoveyê de tê çaverêkirin ku endamên başûr ên YE bi taybetî Îtalya, Yewnanîstan û Spanya vê mijarê bînin rojevê û welatên YEyê jî di derbarê koçberên neqanûnî de daxwaza hevgirtineke zêdetir bikin.

Back to top button