LI EZAZÊ TEQÎN 2 ÇETEYÊN TIRKIYÊ HATIN KUŞTIN 8 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li bajarê Ezazê bombeyek bi erebeyeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve teqiya. 2 çete hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

 

Îro di saetên sibehê de li bajarê Ezaz erebeyekî çeteyên Tirkiyê teqiya.

Li gorî agahiyên ajansa ANHA’yê 2 çeteyên Tirkiyê yên navê Ibrahîm Mûsa ji Kefer Kelbîn û Diya Mustefa Îbrahîm ji Marî hatin kuştin.

Her weha 8 çete jî birîndar bûn.

Heta niha ti aliyan teqîn negirtiye ser xwe.

Leave a Reply

Back to top button