Walîtiya Şirnexê bi bihaneya erkdarkirina qeyûman, heya 15 rojan çalakiyên li bajêr qexede kirin.
Walîtiya Şirnexê, bi bihaneya erkdarkirina qeyûman li 3 Şaredariyên Bajarê Mezin ên dibin rêveberiya (HDP) de, heya 15 rojan çalakiyên li bajêr, qedexe kirin.
Walîtiyê duh di malpera xwe ya fermî ya înternêtê de, piştî 3 rojan ev biryar ragihand.
Balkêş e ku walîtiyê piştî 3 rojan ev biryar ragihand.
QEYÛMÊ WANÊ QEDEXEYA KU HEZAR Û 10 ROJ IN DEWAM DIKE, DIRÊJ KIR
Walî Mehmet Emîn Bîlmez ê weke qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye kirin jî, qedexeya 1010 roj in li bajêr berdewam dike, carekdin dirêj kir.