Li Laziqiyê û Idlibê hêzên hikûmetê û çeteyan şer kirin

Alozî û şerê li herêma ‘bêçek’ di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan dewam e. Li başûrê IDlibê leşkerekî hikûmeta Şamê ji aliyê çeteyan ve hate kuştin. Di êrişa Israîlê ya li dijî balafirgeha Helebê, 4 çekdarên girêdayî Îranê hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên Fetih El-Mûbîn bi topavêjan nuqeteyên hêzên hikûmetê yên li bakûrê Laziqiyê û rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Li Başûrê Idlibê jî leşkerekî hêzên hikûmetê ji aliyê çeteyên Fatih El-Mûbîn ve hate kuştin.

Hêzên hikûmetê jî wekî bersiv bi çekên giran cihên çeteyan yên li rojhilat û başûrê Idlibê da ber topan.

Artêşa Israîlê êrişî balafirgeha Helebê kir

Duh balafirên Israîlê êrişî herêma balafirgeha Helebê kir.

Di encamê de depoyek çekan yên çekdarên Îranê hat rûxandin û balafirgeh ji xizmetê derket.

Çavdêriya Sûrî: Di êrişa Israîlê 4 çekdarên Îranê hatin kuştin

Çavdêriya Sûrî encamên nû eşkere kir.

Li gorî çavdêriyê, di encama êrişa Israîlê ji wan efserek 4 çekdarên Îranê hatin kuştin.

Back to top button