HEVSEROKÊ HDP’Ê YÊ WANÊ: QEYÛM, DARBEYA SIYASÎ NE

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede nerazîbûn nîşanî dagirkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê da û got, “Ev yek dewama plana têkbirinê ye.”

 

Hevserokê HDP’e yê Wanê Parêzer Umît Dede, polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP’ê yên qeyûm û êrîşa li ser xwepêşandêran nirxand.

Dede diyar kir ku lihevkirina AKP-MHP’ê bi polîtîkayên têkbirinê şerê xwe yê li dijî Kurdan bi qeyûman berdewam dike.

Dede bi bîr xist ku piştî AKP’ê pêvajoya aştiyê têk bir, bi hemû hêza xwe êrîşî destkeftiyên Kurdan kirin û wiha axivî:

“Qeyûm derbeya siyasî ya li dijî siyaseta Kurd e.

Dema ku mirov qeyûman binirxîne gelek aliyên wê yên siyasî hene.

“Qeyûm ne rewa û ne zagonî ne. Ev dizî ye.

AKP-MHP û ji bona ku têkoşîna gelê Kurd tune bike, her cure polîtîkayê bi kar tîne.

 

Leave a Reply

Back to top button