Piştî hişyariya NPG’ê Erdogan gefa êrişê dagirkeriyê xwar

Piştî hişyariya Fermandariya NPG’ê, Erdogan gefa êrişê dagirkeriyê xwar.

NPG’ê bi daxuyaniyeke ragihand ku desthilata AKP-MHP’ê ji bo di hilbijartinan de serbikevin dixwazin li dijî rojava û hermê parastina medya êriş bidin destpêkirin

piştî vê hişyariyê doh Erdogan li bajarê Mereş a Bakurê Kurdistanê di daxuyaniyek a çepemeniyê de wiha got: “Operasyonên me yên li nava welat û dervey sînorên welat wê berdewam bikin.”

Erdogan diyar kir wê êrişî ew kesên ku piştgiriya PKK’ê dikin jî bike û her wiha rexne li aliyên muxalefetê yên Tirkiyeyê kir ku sozên çareserkirina pirsgirêka Kurd didin.

Daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê di demek wiha de ye ku Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik piştî erdheja mezin a li Bakurê Kurdistanê rûdayî ku bandora xwe li Tirkiye û Sûriyeyê jî kirî, banga rawestandina çalakiyên li çiya û metrepolan kir ku heta dijmin êriş neke çalakî neyên li darxistin.

Back to top button