‘Bandora paradîgmaya Ocalan li her kesî dibe’

Fikir û paradîgma Rêber Ocalan êdî li cîhanê belav bûye û ji bo gelan bûye hêvî, rojane li ser wê fikrê nîqaş pêş dikevin.
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê, li ser fikirên Rêber Apo panel hat danîn.

Panel, ji aliyê Solîdarîtätsgrûppe Syrîen/Kurdistanê ve hat organîzekirin.

Profesorê Civaknasiyê yê Swîsreyî yê navdar Ûelî Mäder ku sala 2022’yan xelata Erich Fromm wergirt, tev li panelê bû.

Mijara bingehîn a li panelê niqaşa wê hat kirin ‘Konfederalîzma demokratîk
bû.

Civaknasê Swîsreyî yê navdar Ûelî Mäder diyar kir ku li ser lêkolîna pirtûkê Abdulah Ocalan de têgehê Anarko Pasîfîzm, ekofemînîzm û Konfederalîzma Demokratîk bala wî kişandiye û ev nirxandin kir:

“Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan, ne wek ya li Ewropayê ye, li ser xwebirêxistinkirin û birêvebirina yekser a gel e. Jin esas digre, Teza ‘kêm dewlet û pir civak’ê xurt dike.”

Ûeli Mäder dazanîn ku ew nêzîkatiya rexneyî ya Ocalan a paradîgmaya xwe ya berê bandor bûye û got:

“Çimkî di yên ji kevneşopiya şoreşger tên de, rexne û xwerexenkirin û veguherîna xwe kêm e, Ocalan ev yek pêk anî.

Modela Konfederalîzma Demokratîk bandorê li hemû civakên Rojhilata Navîn dike. Ev giring e.”

Back to top button