Gendeliya PDK’ê derket holê: Gaza Şengalê didizin

Gaza ku ji aliyê hikumeta navendî ve weke para Şengalê hatiye şandin, bi destê parlamenterê PDK’ê Mihemed Xelîl ve bi qaçaxî derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin.
Ji ber nebûna gazê niha li Şengalê bîdonek gazê ji 6 hezar dînar bûye 16 hezar dînar.

Piştî lêkolîna li ser mijara qeyrana gazê, çavkaniyên ji nava Ewlekariya Niştimanî ( Emin Elwetenî ) ya Şengalê ragihandin parlamenterê PDK’ê yê parlamentoya Iraqê Mihemed Xelîl û kesayetê bi navê Xalid Egab gaza ji bo şengalê firotêne heremê din ê başûrê kurdistanê

Li gor heman çavkaniyê Xalid Egab li navçeya Tilafer a Mûsilê li gel du tankerên gazê ku dixwest derbasî Kerkûkê bike hatiye girtin û ji bo ev mijar belav nebe, parlamenterê PDK’ê Miheme Xelîl bi qasî 300 mîlyon dînar ji bo azadkirina Xalid Egab daye.

Tevî hemû hewldanan jî Xalid Egab bi qasî 18 rojan li girtîgehê maye, di dema azadkirina wî de jî Kargeha Gazê ya li Nehiya Sinûnê hatiya cizakirin ku ji bo demeke ne diyar wê girtî bimîne.

Back to top button